27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Li Bursayê ji berşikên ku di operasyona dijî pêkhateya ciwanan a rêxistina terorê PKKyê da hatibûn binçavkirin, 5 jê hatin girtin.
Ji berşikên ku piştî miemeleyên li Şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Bursayê sewqî edliyeyê kirin, jê 5 bi destê dadgehê hatin girtin.
8 berşikên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 2 jê jî piştî jêpirsîna cem dozgeriyê hatin berdan.
- Bûyer
Ekîbên polêsan dijî berşikên ku hat tesbîtkirin, planê dikin ku çalakiyên dereqanûnî yên kolanan bikin û pankartan daliqînin, di 19ê adarê da operasyon kiribû.
Di operasyona hevdem a dijî 14 navnîşanên li navçeyên navendê Osmangazî, Yildirim û Nîluferê da 15 berşikên ku 3 jê xwendekarên zanîngehê ne hatibûn binçavkirin. Li van navnîşanan materyalên dijîtal û weşanên rêxistinî hatibûn girtin.