15 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê operasyona li dijî PKKya rêxistina terorê dewam dike û li sê cihan di navbera terorîstên ku direvîn û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.
Li Şirnexê operasyona ku di 14ê adarê da li dijî PKKya rêxistina terorê dest pê kir, dewam dike.
Li Taxên Bahçelievler, Gazi Paşa û Îsmet Paşa dor li terorîstan hat girtin û seranserê rojê pevçûnan dewam kir. Grûbek terorîst hewl dan ku birevin.
Terorîstan bi roket û çekên lûledirêj va êrîş kir û pevçûn derket.
Pevçûn li nêzî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, avahiya Midûriya Emniyetê û rêya Şirnex û Sêrtê dewam dikin. Li gor agahiyên ewilîn 4 terorîst hatin kuştin, 2 polês ji lingê xwe birîndar bûn.
Li navenda bajêr pevçûn didomin.