26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
ÇANAKKALE
Di encama operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fethullahî/Saziya Dewleta Paralel (FETO/PDY) ya li Çanakkaleyê da hejmara girtiyan gihişt 18 kesan.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Têkoşîna Dijî Sûcên Rêkxistî û Qaçaxçîtiyê yên girêdayiyê Midûriya Ewlekariya Wîlayetê, danê sibehê operasyon li dijî gelek mal û karxaneyan li dar xistin. Karûbarê 18 gumanbarên ku ekîban di encama operasyonan da girtibûn li emniyetê didome.
Hat ragihandin ku di nav gumanbaran da Rektorê berê yê ÇOMU Prof. Dr. Sedat Laçiner, Serokên berê yên Komeleya Pîşesaz û Karsazên Muteşebbis (ÇAGIAD), mamostayên malnişîn, doktor, parêzer, karsaz û xwendekarên zanîngehê hene.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê da egera binçavkirinên nû jî hene.