05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
ÎZMIR
Her 13 gumanbarên ku di çarçoveya operasyon dijî "Rêxistina Dewleta Paralel" ev 2 roj e binçavkirî bûn, lêpirsîna wan temam bû ji dadgehê ra hatin şandin.
Şaxê Têkoşîna dijî Sûcên Rêxistî ya Rêveberiya Ewlekariya Îzmirê gumanbar bi minibasê anîn dadgehê û di çarçoveya "Doza Sîxuriya Leşkerî ya Îzmirê" bi îdiaya "Gendeliya biqest û bialî", "bêîtibarkirina burokrasiya devletê û qesdkirina tesfiyeya TSKyê" sewqî Dozgeriya Komarê kirin.
Di çarçoveya pêla 2yemîn ya operasyonên dijî "Rêxistina Paralel" da li 16 bajaran, biryara binçavkirinê ji bo 25 kesan derket ku di nav wan da endamên Rêveberiya Ewlekariyê û karmendên TUBÎTAKê jî hebûn, herwiha 18 ji wan 25 kesan hatin binçavkirin û 5 ji wan jî bi biryara dozgeriya serbest hatin berdan. Di çarçoveya operasyonê da 7 kes hê jî weke fîrarî ne, hat tesbîtkirin ku 3 gumanbar ji wan fîrariyan karmendên TUBÎTAKê ne û reviyane welatên Rûsya û Mîrektiyên Ereb yên Yekgirtî.