13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku Cizîra navçeya Şirnexê bi tevahî hildan kontrola xwe, di operasyonên ku dewam dikin da 5 endamên rêxistina terorê hatin girtin.
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên girîng ên li welêt da agahî hat dayîn.
Li gor van agahiyan, Cizîra navçeya Şirnexê bi tevahî hildan bin kontrolê û di operasyonên ku dewam dikin da 5 endamên rêxistina terorê hatin girtin. Di lêgerînên li 7 avahiyan da cesedê 30 endamên rêxistina terorê yên ku di operasyonan da hatine kuştin hat dîtin. Hejmara endamên rêxistina terorê yên ku di operasyonan da hatine kuştin gihîşte 654an.
Wek mayîn di operasyonan da 27 keleşkof, 149 jarjor û 171 fîşeng, tivingeke simît wesson, 3 debançe, 3 jarjor û 7 fîşeng, 7 tivingên nêçîrê, 13 bombeyên desta, 6 bêtêl, teqemeniyeke ku bi desta hatiye çêkirin û 33 yêlegên şer hatin girtin.