13 Sibat 2016•Rojanekirin: 14 Sibat 2016
ERZÎNCAN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu diyar kir ku di operasyonên li Cizîrê hatin lidarxistin de jî gihîştin encamê û got: "Piştî Silopiyê roja pêncşemê em li Cizîrê jî gihîştin encamê û operasyon bi serkeftî temam bûn. Piştî Silopiyê li Cizîrê jî tu hendekek nema, tu barîqatek nema û mayînek nema. Îro kuçeyên Cizîrê wek kuçeyên hemû welêt ewledar in û bi hizûr in."
Serokwezîr Davutoglu der heqê êrîşên PYDyê de jî got: "Qirkirineke etnîk a rastîn tê kirin û sûcê şer tê kirin. Hemû belgeyên vê li holê ne. Saziyên navneteweyî jî ev belge kirin. Em ji birêvebiriya DYAyê bawer dikin ku mitefik e, wê dijî vê qirkirina mirovahiyê helwesteke diyar û berbiçav nîşan bide. Ez vir bi awayekî eşkere dibêjim, dema ku dijî Tirkiyeyê tehdîdek çêbû em ew tevdîrên ku me li Iraqê, li Qendîlê hildan emê wan li Sûriyeyê jî hildin, di tetbîqkirina bergiriyên hewcedar de em nakevin tu dudiliyê. Dema em bikevin nav têkoşîneke wiha jî em li bendê ne ku welatên dost û mitefik li gel me cî bigirin."
Davutoglu bangî welatiyên ku raya xwe dane CHPê kir û ji wan xwest ku bila ji Kemal Kiliçdaroglu re bibêjin terafê xwe eşkere bike û wiha pê de çû: "Ez bangî welatiyên me yên ku ray dane Partiya Gel a Cumhuriyetê, ji partî û serokê giştî yê partiya xwe ra bibêjin ku bila terefê xwe eşkere bike. Yan wê li aliyê Komara Tirkiyeyê bin yan jî wê li aliyê PKK û PYDyê bin. Herdu di heman demê da bi hev ra nabin. Ez bangî birêz Kiliçdaroglu dikim ku bila helwesteke rasterast û eşkere nîşan bide."
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Erzincanê der barê bombebarana teyareyên Rûsyayê de got ku korîdora alîkariya mirovahî ya di navbera Tirkiye û Helebê bi destê wan hêzan hatiye zeftkirin û wiha dewam kir: "Navê vî karî zorbetî ye, hovîtî ye, ev stratejiyeke bi rê û rêzikên li gor serdema navîn e. Heke ev korîdora neyê vekirin, kesên ku li Helebê mane û yên ku dixwazin ji Sûriyeyê werin Tirkiyeyê wê bi xetereya birçîbûnê ra rû bi rû bimînin. Em ê bi hemû îmkanên xwe va alîkariyê bidin birayên xwe yên ji Helebê, hewcedariyên wan bibînin lê belê tu carî destûrê nedin ku Heleb bi kuştin û qetlîaman bê valakirin."
Serokwezîr Davutoglu der barê siloganên ku di Lijneya Giştî ya DÎSKê da hatin berzkirin da jî wiha xeberda: "Di mijarên xebat û ewlehiya civakî da gavên herî girîng ên dîroka Komarê di dema Serokwezîriyê ya Birêz Serokomarê me û îqtidara AK Partiyê ya 13 salî da hatin avêtin. Zagon û sepandinên ku digotin nayên kirin di dema me da hatin kirin û pêk hatin. Bi vê mebestê jî wezîrê me ji bo lijneya giştî hat vexwendin û ew jî çû. Lê bêyî ku şerm bikin li dijî Birêz Serokomarê me û hikûmeta me siloganên eyb û bêbext hatin berzkirin. Ez bi tundî vê şermezar dikim. Ez rayedar û rêvebirên DÎSKê ku li hember siloganan bêndeng man jî şermezar dikim."