12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 13 Mijdar 2015
Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê operasyonên ku hêzên ewlehiyê piştî îlankirina "xweseriya qaşo" ya ku bi telîmata PKKya rêxistina terorê xwestin ku tetbîq bikin, dibin ser mensûbên PKKya rêxistina terorê ya ku li rêyan xendeqan dikolin û teqemeniyê bi cî dikin, berdewam dikin.
Xwestin ku lîstika "xweseriya qaşo" ya ku şaredariyên DBPyî yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û teşkîlatên HDP û DBPyê xwestin ku tetbîq bikin, di 15ê tebaxê li Sîlwanê jî tetbîq bikin.
Komeke ku di nav wan de Şaredar Yuksel Bodakçî û hin birêvebirên DBPyî jî hebûn daxuyaniya çapemeniyê dan û "xweseriya qaşo" îlan kirin. Piştî vê daxuyaniyê di 23yê tebaxê de Şaredarê Sîlwanê Yuksel Bodakçî hat girtin.
Mensûbên rêxistina terorê ev yek wek firsendekî dîtin û li navçeyê giranî dan çalakiyên xwe yên terorê. Terorîstên PKKyî li taxên Mescît, Tekel û Konakê pêşî 13 xendeqên 5 metro fireh û 5 metro kûr û her yek jê herî kêm 12 kîlogram teqemenî veşartî hatin kolan.
-Operasyonên berfireh
Terorîstan tehdeyê li ser gel kirin û her ku çû çalakiyên wan ên şîdetê zêde bûn. Jimara xendeqên ku terorîstan kolan û bergiriyên ku danîn jî bi demê re zêde bû.
Ji meha tebaxê pê ve ji bo ku bikarin ewlehiya canê welatiyan pêk bînin, navçe ji terorîstan paqij bikin, xendeq û bergiriyên ku şeht li jiyanê didin bên rakirin, di wextên cuda de qedexeya derketina derve hat îlankirin, piştî vê yekê gelek operasyon birin ser terorîstên ku welatî mexdûr kirin.
Bi qedexeya derketina derve ya ku li navçeyê hefteya borî hat îlankirin re jendirmeyan û polêsan operasyon da destpêkirin. Ekîbên jendirmeyan ên ku li hawirdora navçeyê bi cî bûn, bergirî girtin û leşker jî beşdarî operasyonê bûn.
- Terorîstan êrîşî sivîlan jî kir
Li navçeyê gelek xendeqên ku tê de teqemenî hatine veşartin, bergirî û gelek terorîst hene. Di operasyonên ku li navçeyê hatin kirin de terorîstan bi çekên lûledirêj û roketavêjan êrîş kirin, di êrîşê de 2 polês, yek jê tegmen 3ê leşker şehîd ketin, 5 peywirdarên ewlehiyê birîndar bûn.
Di êrîşên terorîstan ên ku qet guh nadin jiyana welatiyan de kesekî ku di qehwexaneyê de rûdinê mir, 3 kes birîndar bûn. Di dema êrîşa ser hêzên ewlehiyê de jî parçeyên şerepnelê îsabetê 2 jê zarok 3 kesan kir û ew birîndar bûn.
- Berpirsyarê qaşo yê Sîlwanê kuştî hat bidestxistin
Di operasyon ku jendirmeyan û hêzên ewlehiyê duh kirin de Suleyman Guleçê berpirsyarê qaşo yê Sîlwanê yê YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKya rêxistina terorê yê ku navê wî yê kod "Soro" ye, kuştî hat bidestxistin. Her wiha di operasyonê de ji 10î zêdetir terorîst hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku li navçeyê hê jî 15 xendeq û nêzî 500î guleyên roketavêjan hene, 50 terorîst li her 3 taxên navborî bi cî bûne.
Di operasyon ku duh hat kirin de terorîstan bi roketavêjan 50 êrîş kirine.
- Gelek malbatî ji navçeyê koç kir
Gelek welatiyên ku li taxên ku xendeq û bergirî wir hene ji êrîşên terorîstan û tehdeyên wan ên ser sivîlan bêzar bûne mecbûr man ku malên xwe biterikînin.
Hin malbatan bi hin amûrên xwe yên ku hildan bal xwe ligel xizmên xwe yên navçeyê yên ku taxên ewledartir dijîn bi cî bûn, hin ji wan jî koçê derveyê bajêr kirin.
Di operasyonên ku hêzên ewlehiyê ji bo ku bikarin ewlehiya canê welatiyan pêk bînin navçeyê ji terorîstan paqij bikin, xendeq û bergiriyên ku şeht li jiyanê didin bên rakirin, dikin de ji bo ku sivîl tu zirarê nebînin qedexeya derketina derve hat îlankirin û ev qedexe li navçeyê berdewam dike.
Hêzên ewlehiyê ji bo ku welatî xisarê nebînin gelekî hesasiyet nîşan didin. Qaymeqamtiya Sîlwanê li taxên ku lê qedexeya derketina derve tê tetbîqkirin de nan belavî welatiyan dike û arîkariya xurekê dide wan.
Qaymeqamtî her wiha ji bo ku bikare arîkariya welatiyên ku ji navçeyê koç dikin bike bi navbeynkariya Weqfa Piştevanî û Arîkariyê ya Civakî xebat da destpêkirin.