20 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê diyar kir ku di operasyonên li Cizîr û Silopiya navçeya Şirnexê û li Sûra navçeya Diyarbekirê li hemberî rêxistina terorê tên birêvebirin de duh 18 terorîst hatin kuştin.
Ji ser malpera înternetê ya fermî a Serokatiya Sererkaniyê der heqê "bûyerên girîng ên navxweyî" yên duh de agahî hatin parvekirin.
Li gor vê hat gotin ku 20 barîkatên li Silopiyê ji hêla terorîstan ve hatibûn danîn hatin rakirin û 6 teqemeniyên bi destçêkirî jî hatin îmhakirin.
Li Şanliûrfayê endamekî rêxistinê teslîmî hêzên ewlehiyê bû. Terorîstekî ku dixwest bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê derbasî aliyê Tirkiyeyê bibe hat girtin.
Di operasyonên li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz tên birêvebirin de jî li Cizîra navçeya Şirnexê 11, li Silopiyê 1 û li Sûra navçeya Diyarbekirê jî 6 terorîst hatin kuştin.
Hat gotin ku di operasyonên ev 5 roj in tên birêvebirin de hejmara terorîstên ku li Cizîrê hatin kuştin derket 80yî û li Silopiyê jî derket 7an.