06 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
ERZURUM
Di operasyona dijî FETO/PDY ya ku navenda wê Erzirom e û li 17 bajaran hat kirin da 30 şikbar sewqî dadgehê kiribûn û dadgehê der heqê ji wan 16 kesan da biryara girtinê da, karûbarên fermî ên 15 şikbarên binçavkirî li ewlekariyê dewam dike.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Erziromê va li Erzirom, Stenbol, Îzmir, Enqere, Agirî, Balikesir, Çorum, Gumuşxane, Îdir, Qers, Qerxlarelî, Meletye, Mêrsin, Rîze, Ordu, Samsun û Adiyamanê operasyona hatibû kirin û 45 kes hatibûn binçavkirin.
Karûbarên li ewlekariyê yê 30 şikbaran hatibû temamkirinû sewqî dadgehê kiribûn. Dadgehê biryar da ku ji wan 16 kes bên girtin. Karûbarên şikbarên li ewlekariyê hê dewam dike.
Li Erziromê dijî 4 şirket û 26 wargehên di destê van şirketan da yên FETO/PDYê operasyon hatibû kirin. Di operasyonê da biyar hatibû dayîn ku der heqê şikbarên li Erzirom û 16 bajarên din xebat bê kirin. Li gor delîlên ku hatin bidestxistin der hqê 75 şikbaran da bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê, fînansekirina rêxistinê" va biryara binçavkirinê hatibû dayîn.