Di operasyonan de ji 32 mensûbên ewlekariyê ku der heqê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn 20 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan heftaya borî derket holê ku "rêxistina paralel" hin kesan guhdar kiriye û li ser vê ji 50yî zêdetir kesî ji bo destpêkirina jêpirsînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dan. Li ser gilî û gazinan serdozgeriyê jêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya jêpirsînê de serdozgeriyê 19 jê li Îzmîr, Stenbol û Yalova jî di nav de bi tevahî li 13 bajaran der heqê 32 kesan de biryara lêgerînê derxist. Li gor biryarê, danê sibê li 13 bajaran operasyona hemdem li ser navnîşanên ku berê hatibûn tespît kirin, lidarxistin û 20 kes hatin binçavkirin.