31 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Nîsan 2016
ANKARA
Perwerdeya Nûçegihaniya Dezgehî ya ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) ve ji bo xebatkarên Mûşawirtiya Çapemeniyê ya Tirkên Derveyî Welêt û Komên Eqreba bê dayîn li AAyê dest pê kir.
Akademiya Nûçeyan a AAyê naverok û mijarên perwerdeyê li gor hewcedariya xebatkaran amade kirin. Perwerde wê li salona avahiyê Mûşawirtiya Çapemeniyê ya Tirkên Derveyî Welêt û Komên Eqreba bê dayîn û wê heta 7ê nîsanê dewam bike.
42 saet dersên pratîk û teorîk wê bên dayîn
Rêvebirê Weşana Navenda Nûçeyan Selçûk Aval wê li ser Teknîkên Nivîsandina Nûçeyan 14 saet, Nûçegihanê Editoriya Nûçeyên Medyaya Nû Okan Yuksel wê li ser Sepandinên Medyaya Nû 4 saet, Wekîlê Edîtorê Nûçeyên Dîtbarî Erhan Sevenler wê li ser Teknîkên Wênekişandin û Sepandinê 10 saet, Serkameramanê Edîtoriya Nûçeyên Bidîmen Ahmet Onder wê li ser Dîmenkişandin û Sepandinê 10 saet, Alîkarê Edîtorê Nûçeyên Bidîmen û Montajvan Furkan Duzcan jî wê li ser Sepanên Multîmedyayê 4 saetan dersê bide.
Ji kesên ku di vê perwerdeyê de serkeftî bibin re sertîfîqa wê bê dayîn.