Ahmet Aydın
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Edeneyê jinekê ku di xew de agir bi mala wê ket, pisîka wê porê wê kişand û ew ji xew şiyar kir û bi vî hawî rizgar bû.
Li taxa Guzelyaliya girêdayî Çukurovaya navçeya navendî, li ser îxbara ku li qata 4emîn a apartmanekê de şewat derket, gelek ekîbên îtfaiye û polîs, ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.
Ekîban berî agir li qatên din jî belav bibe vemirandin.
Xwediya xanî C.S (48) a ku dûmanê gelekî bandor lê kiribû, di ambûlansê de hat dermankirin.
Hat hînbûn ku xwediya xanî C.S tenê li malê dijî û di dema agir de di xewde bûye. Pisîka wê ya bi navê "Efe" dema dûmanê ferq dike porê xwediya xwe dikişîne û wê şiyar dike.
Li gorî tesbîta berahî ya ekîbên îtfaiyeyê, agir ji pergala elektrîkê derketiye.