Muhammed Nuri Erdoğan
17 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Erol Ayyildiz daxuyand polês Yusuf Çagatay Sanalpê ku li herêma Herekata Mertalê Feratê ji ber ku wesayîta bizirx welgeriya birîndar bûbû, şehît ket.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê (EGM) peyama Ayyildiz ya sersaxiyê hat weşandin.
Ayyildiz di peyama xwe da got polês Yusuf Çagatay Sanalpê di Midûriya Şaxa Herekata Taybet ya Kilîsê da wezîfedar bû di 2yê Tîrmehê da li herêma Herekata Mertalê Feratê ji ber ku wesayîta bizirx welgeriya giran birîndar bûbû li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî û şehît bû.
Ayyildiz wiha got: "Rehma Xwedê şehîdê me yê ezîz be, serê malbata wî û gelê me sax be, ji bo wan sebrê dixwazim."