Qeymeqamiya Bazîdê digel Walîtiya Agriyê ji bo vejandina çand û edetên li herêmê jiyane û bi demê re hatine ji bîr kirin, dest bi xebatan kir.
Di çarçoveya projeyê de, Qeymiqamiya Bazîdê ji bo xaniyê dîrokî yê Bazîdê û mizeya Ehmedê Xanê, dest bi xebatan kir.
Qeymeqamiyê ji bo kerpîçan bide çêkirin tesîsek ava kir. Di tesîsa kerpîçan de 40 karker dixebitin. Kerpîç, ji tevlihevkirina ax, ka û xweyê tê çêkirin. Karkerên ku av, ka û xweyê dikin nava hev du û bi piyan hevîr dikin û piştre vê heriyê dikin qaliban, ji bo hişk bibin datînin ber tavê.
Karker kerpîçên ku li ber tavê zuha dibin, di avahiya xaniyê dîrokî yê Bazîdê de bikar tînin.
Qeymeqamê Bazîdê Karahan Daştan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku ji bo çanda Agirî û Bazîdê bê parastin, Walîtiya Agiriyê projeyek da dest pê kirin û got di Xaniyê dîrokî de dê berhemên dîrokî yên çand û edetên Agriyê bên nîşandan.
Daştan destnîşan kir ku xaniyê dîrokî li gor çand û edetên herêmê tê avakirin û wiha berdewam kir:
"Aliyekî xanî Çiyayê Agiriyê, aliyê din jî bergeha bajêr heye; Çiyayê Tendurek, Qesra Îshaq Paşa û Tirba Ehmedê Xanê jî li vir in."