29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
MÛSIL
Pêşmergeyan ji bo ku herêma Xazirê ya Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê rizgar bikin, serê sibê dest bi operasyonekê kirin.
Li gor agahiya nûçegihanê AAyê yê ku li herêmê ye, bi mebesta rizgarkirina wan gundên di destê DAEŞê de, pêşmergeyan dest bi xebatê kir.
Hat ragihandin ku milîtanên rêxistinê ji bo têkdana operasyonê û paşvekişana pêşmergeyan çalakiyên xwekujiyê lidar dixin.
Zêdetirî 4 hezar pêşmerge bi çekên giran beşdarî operasyonê bûne hewl didin gundên stratejîk paşve hildin.
Fermandarê pêşmergeyan ên li herêma pevçûnê daxuyandin ku armanca vê operasyonê ew e ku ew ewlehiya cihên ku der û dora Hewlerê biparêzin û êrîşên bi katyuşayê ve tên kirin kêm bikin.
Gundên ku pêşmerge dixwazin bidest bixin gundê xrîstiyana ye û hewl tê dayîn ku pêşmerge qasî 5 kîlomêtroyan pêşve herin.
Herêma Xazirê 37 kîlomêtro ji navenda Mûsilê dûr e, navbera Xazir û Hewlêrê jî 60 kîlomêtro ye.