Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç der barê civîna pêvajoya çareseriyê de got ku "Em dê vê hefteyê ji bo pêvajoya çareseriyê civîna duyemîn bikin. Ez dê Lijneya Bilind a Têkoşîna bi Terorê re di demek herî nêz de bicivînim. Di rastiya xwe de hevdîtinên me yên bi saziyên din re yên ji bilî wê jî berdewam dikin. Ez dikarim bibêjim ku di vê pêvajoya bi qasî du salan de em gelek nêzî çareseriyê bûn û pêvajo wekî ronahiyekî bi rehetî tê dîtin."
Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa 'Nexşerêya der barê pêvajoya çareseriyê de dê kengî bê eşkerekirin?' wiha axivî:
"Me der barê pêvajoya çareseriyê de hefteya borî bi birêz Serokwezîrê xwe re civîneke berfireh kir. Me ji civînê gelek sûd wergirt. Me peywir, raye û karên dê bê kirin xist wek standartekî. Di vê mijarê de çi bikeve li ser milên kî dê bi awayekî herî baş bi cî bîne. Mifteya vê karê rola herî girîng qanûna der barê xurtkirina yekîtiya civakî û xilaskirina terorê ya ku me ji TBMMyê derxist e. Ev qanûn ji bilî 36 kesan bi îtifaqa Parlementoyê hat derxistin. Ew qanûneke giştî (çarçove) ye, di nav wê qanûnê de çi hebe em dê bi cî bînin. Nexşerê çi ye, di naveroka wê de çi heye? van pirs nekin. Tu kes vana nabêje lê belê dibe ku hevalên me hin delîlan bidin we. Heke ez di nav vê pêvajoyê de di nav rola herî girîng de bim di rastiya xwe de ez tiştên wekî em dê wê vê demê çêkin, vê wê demê çêkin, dê ev made cî bigirin bi raya giştî re parve nakim."
Arinç diyar kir ku dê qanûna ku derxistin dê bi heman awayî tetbîq bikin û di vê çarçoveyê de hin kar dê di wesfê teserufa îdarî de bin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ev yek di bin berpirsyariya wezîrên me û hikûmeta me de ye. Heke em hin verastkirinên qanûnî bikin ji bilî çûna parlementoyê tu rêyên me tunin. Wê demê dema em çûn Parlementoyê, di dema hevdîtinên di Parlementoyê de çi di xwe de dihewîne dê ji we re qise bikin. Gelek kes pêvajoya çareseriyê dixwazin lê ji ber ku gelek kes jî dijberê wî ne, ji ber vê yekê divê vê mijarê bi hesasiyeteke mezin bişopînin. Ji ber vê yekê heke car carna hin hevalên me daxuyaniyan bidin, hewce nake van bi kesên din bidin şîrovekirin. Lê binêrin kesên ku diçin giravê û tên hene. Peyamên ku ji wir tên û tiştên ku ji wir tên qisekirin hene. Di nav van de tiştê ku divê em herî zêde bala xwe bidinê ew e ku ka em dê çawa pêvajoya çareseriyê di demek nêz de bigihînin armancê ye. Ev yek xêra Tirkiyeyê re ye. Dibe ku astengî çêbin. Ji ber ki hin çete tenê ji bo ku pêvajoyê provoke bikin, hin xwepêşandanan dikin. Yek: Divê asayîş û ewlehiya me ya navxweyî têkûz be ya duyem jiî divê pêvajo bi ser bikeve."
Arinç got ku tiştên ku dê bikin dê bixin wekî madeyan û dema wext hat dê yek bi yek pêngavan biavêjin û wiha axivî: "Em nafikirin ku beriya van de tu tiştê eşkere bikin. Em dê vê hefteyê jî civîna duyemîn a ji bo pêvajoyê bikin. Ez dê Lijneya Bilind a Têkoşîna bi Terorê re di demek herî nêz de bicivînim. Di rastiya xwe de hevdîtinên me yên bi saziyên din re yên ji bilî wê jî berdewam dikin. Ez dikarim bibêjim ku di vê pêvajoya bi qasî du salan de em gelek nêzî çareseriyê bûn û pêvajo wekî ronahiyekî bi rehetî tê dîtin."
-Qezaya asansorê ya li Şîşliyê
Arinç got ku di civîna Lijneya Wezîran de qezaya asansorê ya li Şîşliyê anîn rojevê. Arinç got ku vê qezayê em gelek xemgîn kirin, ez ji bo kesên ku mirin ji Xwedê rehmetê dixwazim û serê xizmên kesên mirî jî sax be.
-Lêpirsîna edlî berdewam dike
Arinç bi bîr xist ku Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk piştî qezayê demildest çû cihê bûyerê û der barê qezayê de agahî dan Serokwezîr Ahmet Davutoglu. Arinç got ku Serdozgeriya Komarê ya Îstanbûlê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û lêpirsîn hê jî berdewam dike.
Arinç got ku xebatên wezaretan a jî der barê vê qezayê de hene, lêpirsîneke berfireh der barê bûyerê de hat vekirin. Di encama lêpirsînê de kesên berpirsyar dê bên cezakirin û wiha axivî:
"Îro Serokwezîrê me di encama van hevdîtinên me de biryarek da, ew jî dê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê ya ku di bin berpirsyarî û rayeya wî de ye, peywirdar bike."
Arinç got ku piştî qezaya kar bi berfirehî hevdîtin kirin ku ka derfetên Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî û Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî çi ne û wiha axivî: "Biryar hat dayîn ku Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî di çarçoveya ewlehiya civakî de demildest dahata mirinê, mehaneya mirinê bide xizmên kesên ku di qezaya asansorê li Şîşliyê de mirin. Em di vê mijarê de dereng nemane."