Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglû di komcivîna partiya xwe ya di meclisê de axivî û diyar kir ku vê hefteyê tevlî gelek xebatên bi kêrî welêt tên bûn û biryarên girîng dan.
Davutoglu destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê di bin bandora tu hêzekê ji derveyê welêt dest pê nekiriye û wiha pê de çû: "Ev proje di nav dînamîkên vî gelî de û bi piştgiriya hikûmetê ve hat avakirin. Pêvajoya Çareseriyê projeya xwemalî ye, neteweyî ye û heta dawiyê jî dê bê parastin. Projeyeke neteweyî ye lewra hemû bêderên neteweyî yên ku ji Melezgirtê vir ve di nav xwe de dihewîne. Bi her unsûreke xwe ferdên ji gelê me disitirîne. Hemû aktorên xwemalî di pêvajoyê de hatin bicihkirin. Her çiqas xwediyê fikrên cuda bin jî dîsa di pêvajoyê de cih girtin."
Ji mirovên eqilmend re spas kir
Serokwezîr civîna ku roja yekşemê bi mirovên aqilmend re kiribû jî bi bîr xist û wiha got: "Piştî wan vandalîzm û tundiyên ku bi hinceta Kobanêyê hatin kirin, ez dixwazin bibêjim ku di birêvebirina pêvajoya çareseriyê de tu gav paş ve nehat avêtin, vê yekê li vê dera teyît dikim. Heyeta mirovên aqilmend ên ku par di dema Serokwezîrtiya birêz Serokomarê me de bi hewl û xebatên xwe piştgiriyê dan bi rastî jî ji mirovên pir hêja pêk tên."
"Em ê destûrê nedin wan kesên ku dixwazin van deran bikin wek Kerbelayê"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin wan kesên ku dixwazin vê herêmê bikin wekî Kerbelayê û wiha dewam kir: "Em ê destûrê nedin qetlîamên ku di bingeha wan de pirsgirêkên wek etnîkî û mezhebî hene, li ser vê erdnîgariyê cihê kujeran tuneye. Divê bila ev yek baş bê zanîn."
Davutoglu qala pergala nû ya ku dê bidin meşandin jî kir û got ku tayînkirin û agahiyên sicîla fermandariyên Cendirmeyan û Ewlehiya Peravê wê bi Wezareta Karên Navxweyî ve dê bên girêdan.
Ji kesên ku pasaportê hildin re mizgînî
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji bo sepandina der heqê pasaportê de jî got: "Kesên ku dixwazin pasaport bigirin wê ji niha û pê ve neçin Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, dê biçin Midûryeta Giştî ya Karên Welatiyan. Bi vî awayî dê welatiyên me ji bo pasaportan wekî sûcdaran neçin navenda ewlehiyê û li wê derê ji bo pasaportên xwe dê di rêzê de nesekinin."
Davutoglu di xeberdana xwe de qala çalakiyên ku tundiyê di xwe de bihewînin jî kir û got: "Dibêjin 'Em ê civînê û meşê bikin, em ê fikrên xwe bibêjin...' Pir baş e, bibêjin. Lê heke hûn molotofê hildin destê xwe, wê demê mafên we yên xwepêşanê diqede û çalakiya tundiyê dest pê dike. Ji wê demê pê ve jî tu kes nikare bibêje 'Ez mafên xwe yên civîn û xwepêşandanê bi kar tînim û tu nikarî mudaxaleyê bikî."
Kesên ku bi karê firotina madeyên hişbir û bonzaiyê re mijûl dibin jî dê di heyama nû de wek teror bên hesibandin û Davutoglu got ku ji wan her yek terorek e.
Ji bo verastkirina dema binçavkirinê jî Serokwezîr Davutoglu wiha pêde çû: "Teklîfa ku me kir, li sepana Ewropayê ye. Polês wê bersûcan 24 saetan binçav bike, dozger jî dikare vê binçavkirinê heta 48 saetan dirêj bike. Jixwe di nav 4 rojan de mecbûr e ku derkeve hizûra dadger."