24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
DIYARBAKIR
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu di axaftina xwe ya li Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê ya partiya xwe de wiha got: "Dostên min ên Diyarbekirî, hûn bizanibin ku kî bixwaze Diyarbekiriyekî ji Konyayîkî biqetîne, ji ber çi armancê dibe bira bibe her kî ku doza cudaxwaziyê bike, bêje 'nijada we ev e, mezheba we ev e û ya ên din jî ev e' wêçaxê dê li hemberî xwe me bibîne. Heger em tenê ji bo kêliyekî jî êş û şewata malbatên Diyarbekirî ji ya malbatên şehîdan cuda bigrin, em tenê ji bo lehzeyekê di hiş û zîhnê xwe de cudakirineke bi vî rengî bikin, ev mewqî û meqam dê li me heram bibin. Ji bo yekîtî û hevrabûna hemû milet û ji bo ku tu malbat tûşî êşa ewlad, bav û birayan nebe, emê xebata xwe timî bidomînin."
- "Helwesta me ya ji pêvajoya çareseriyê ew bû ku dawî li vî şerê 30 salî were"
Davutoglu bal kişand ku armanca wan a ji pêvajoya çareseriyê ew bû ku dawî li şerê ku 30 sal e didome, were û wiha xeberda, "Armanca me ya sereke ya ji van hemû pêvajoyan ew bû ku herkes bira bi azadî bi zimanê xwe yê dayîkê, bi zaravayê xwe fikr û ramanên xwe bîne ziman û bira tukes ji ber nijad û mezheba xwe rastî cudakeriyê neyê. Ji bo vê jî me reformên berfireh pêk anîn û emê berdewam jî bikin. Lêbelê baş bizanibin kesên ku meseleya bira û welatiyên me yên kurd îstismar dikin û wekî amûrê terorê bi kar tînin û Diyarbekiriyan qetl dikin dê li hemberî xwe me bibînin. Em li hemberê van her cure tevdîr distînin û emê bistînin jî."
- "Ev birayên me ji nivîskarên wê rojnameya ku bi awayekî nijadperest weşanê dike, bêtir milî ne"
Serokwezîr Davutoglu da bibîrxistin ku duhê di rojnameyekê de wêneyên hin wezîr û parlementeran hatin weşandin û hat gotin ku "Ma yên milî ev in?" û wiha pê de çû:
"Wa ye Cevdet Beg, Mehdî Beg, Galîb Beg. Wa ye ez ji vir ji Diyarbekirê bersiv didim; Ev birayên me ji nivîskarên wê rojnameya ku bi awayekî nijadperest weşanê dike, bêtir milî ne, xwediyên herî sereke yê vê ax, welat û dewletê ne. Milîbûn û xumalîbûn bi zihniyetê va bi dilxwaziyê va dibe. Bi xwîdana ji bo hemû ferdên milet va milîbûn dikare pêk were."
- "Em wekî tevahiya milet, wekî 78 milyonî me mil daye hev"
Serokwezîr Davutoglu axaftina xwe wiha domand, "Îro em wekî tevahiya milet, wekî 78 milyonî me li hemberî wan kesan mil daye hev ku bêgunehan qetl dikin, derfêta axaftina meseleyên welat hene, lê şûna ku van meseleyan bi axaftinê îfade bikin, şûna ku li TBMMyê û li hemû derên Tirkiyeyê bi rehetî xwe îfade bikin, êrîşên nemerd ên terorê pêk tînin, xefikên qeleş datînin û dixwazin ku eydê li me biherîminin."