27 Adar 2019•Rojanekirin: 28 Adar 2019
Di operasyona hevbeş a Teşkilata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê (TSK) da Riza Altun û yên bi pê ra ku ji mirovên herî nêzîk ê serkirdeyê PKKyê Cemîl Bayik in, bi êrîşa asîmanî ya dijî Qendîlê bûn armanc.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, di operasyona hevbeş a MÎT û TSKyê da 21ê adarê roja pêncşemê Riza Altun û yên bi pê ra ku ji mirovên herî nêzîk ê serkirdeyê PKKyê Bayik in, bi êrîşa asîmanî ya dijî Qendîlê va hatin berterefkirin.
Di operasyonê da terorîstên ku ji qadroya sereke ya rêxistinê ne û qaşo berpirsê peywendiyên derva Mîkaîl Ozdemîr ku navê wî yê kod "Navdar" e, qaşo berdevkê PKKyê Emrullah Dursun ku navê wî yê kod "Serhed Varto" ye û qaşo berpirsê herêma Qendîlê Alî Aktaş ku navê wî yê kod "Sînan Sor" e jî di navê da ne, hatin berterefkirin.

Piştî ku MÎT pê hesiya ku Riza Altun dê li Qendîlê li ciyekî nêzîkî sînorê Îranê civînê bike, amadekariyên operasyonê dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê da hemû rê û wesayîtên ku îhtimal hebû ku Riza Altun dê biemilîne hildan bin kontrolê.
Herwiha bi Bayraktar TB2 Firokeya Bêmirov va hat tesbîtkirin ku terorîst Altun ligel Mîkaîl Ozdemîr û Emrullah Dursun çû gundê Ebû Beqra yê li Qendîlê yê li nêzîkî sînorê Îranê. Piştî vê zanyariyê, kordîneyên pêwîst hatin danîn da ku bi firokeyên F16 yên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê va êrîşa asîmanî were kirin.
Piştî kutabûna van amadekariyan, 21ê adarê roja pêncşemê danê nîvro, kordînata hesas ku MÎTê tesbît kir, bi hemleya asîmanî bi awayekî tam û têkûz hat lêdan.
Di encama êrîşê da mensûbên sereke yên rêxistina terorê ku di navê da Mîkaîl Ozdemîr ku peywendiyên derva yên PKKyê kordîne dike û Emrullah Dursun ku qaşo di Komîteya Peywendiyên Derva ya rêxistinê da fealiyetê dike jî hene, hatin berterefkirin.
Riza Altun ku peywendiya rêxistina terorê bi aktorên navneteweyî yên li herêmê ra çêdike jî di operasyonê da giran birîndar bû. Vêga aqûbeta Altun diyar nîne.

Operasyona ku di encamê da qadroyên ku peywendiyên rêxistinê yên li herêmê bi rê va dibin hatin berterefkirin û herwiha ji bo aktorên li herêmê jî peyama xwe ya girîng heye, ew yek zelal kir ku PKK herçiqas xwe li deverên dûr yên Qendîlê veşêre jî lê xilasiya wî ji destê TSKyê tuneye.
- Riza Altun kî ye?
Riza Altunê di nav kadroya avakerên PKKyê da cih digre û di nav navên nêzîkî Cemîl Bayik da ne ye berê qaşo Berpirsyariya Qada Ewropayê û Berpirsyariya Îranê ya rêxistinê kiriye.
Altun endamtiya Konseya Rêvebiriya rêxistina terorê jî dike, di Komîteya Siyasî û berpirsyariya payebilind ê Komîteya Karên Derva jî dike.
Altunê ku li herêmê bi aktorên navneteweyî ra hevdîtinan dike di kategoriya sor a lîsteya kesên ji ber terorê lê digerin a Wezareta Karên Navxweyî de cih digre.
Navê wî him di lîsteya Interpolê û him jî di lîsteya qaçaxçiyên hişbirê da heye.

- Mikaîl Ozdemir kî ye?
Mikaîl Ozdemirê di sala 1990an da beşdarî PKKya rêxistina terorê bû di çalakiyên rêxistinê yên li çol û bestan da cih girt, paşê çû Qendîlê û di nav kadroyên avaker ên qaşo yeqîneyên îstixbaratê da cih girt.
Ozdemir ji karên aboriyê yên girêdayî Murat Karayilan berpirsyar e, di nav wan kesên herî biewle yên Cemal Bayik ji wan bawer e da cih digre.
Ozdemir di nav Komîteya Karên Derva da cih digre û hevdîtinên derva yên PKKyê kordîne dike.

- Emrullah Dursun kî ye?
Emrullah Dursun di sala 1990an da beşdarî PKKyê bû, ji ber xesb, şêlandin û pevçûna bi hêzên ewlehiyê ra qeyda wî ya gelek sûcan heye.
Terorîst Dursun demekê di Konseya Rêvebirinê ya rêxistinê da cih girt, di salên dawîn da jî di çalakiyên Komîteya Karên Derva da cih girt.

- Alî Aktaş kî ye?
Alî Aktaş di sala1978an da beşdarî PKKya rêxistina terorê bû. Ji sala 2009an vir va di nav endamên rêxistinê yên payebilind da cih girt.
Alî Aktaş bi navê kod "Sînan Sor" va demeke dirêj li Rûsya û Ermenistanê xebitî. Ji Ewropa û Rûsyayê karê pereşandinê ya ji bo Qendîlê xebitî.
Aktaş di sala 2011an da vegeriya Iraqê û bû berpirsyarê gumrukê yê rêxistina terorê. Di 2014an da jî bû berpirsyarê Mexmûrê yê PKKyê.
Di heman salê da Aktaş qaşo di Şaxa Têkiliyên Derva yê rêxistina terorê da cih girt, di 2017an da vekişiya Qendîlê û bû berpirsyarê Herêma Qendîlê.