17 Gulan 2016•Rojanekirin: 18 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li Durumluya Sûra navçeya Diyarbekirê ku kamyona teqemenî barkirî hat teqandin û 16 kes mirin û 23 kes jî birîndar bûn, wekî êrîşên berê yên rêxistinê nayê jibîrkirin.
Li Sûrê di 12ê gulanê saet derdora 22.30yan da endamên PKKya rêxistina terorê kamyoneke teqemenî barkirî teqandin û tesîra teqînê li hemû navçeyê hat hîskirin.
Piştî tîmên tenduristiyê û tîmên AFAD û UMKEyê çûn ciyê bûyerê tesîr û bandora teqînê eşkere bû. Derket holê ku kamyona 15 ton teqemenî tê da bû ya fîrmayeke ku li herêma gundê Doşekkayaya Gênca navçeya Bîngolê rê çêdike ye. û li gor agahiyan endamên PKKyê kamyona fîrmayê di 9ê gulanê da revandine.
- Gundiyan kamyona bombebarkirî nexwestin
Kamyona ku hat teqandin pêşiyê tê taxa Tanişika Yenîşehirê û ji ber ku gundî ji kamyonê dikevin şikê di navbera endamên rêxistinê û welatiyên li herêmê da nîqaş derdikeve.
Ji ber ku welatî nehiştin kamyon bikeve taxê endamên rêxistinê kamyona teqemenî barkirî dibin mezereya Durumluyê. Endamên PKKyê yên ku ferq dikin ji hêla gundiyan va tê teqîbkirin û nikarin birevin, kamyona teqemenî barkirî li devê mezereya Durumluyê diteqînin.
Di teqînê da 4 gundiyên di wesaîta ku kamyonê teqîb dikin da li ciyê bûyerê mirin û 23 kes birîndar bûn. Cinazeyê 3 kesan rojek piştî bûyerê hatin definkirin û cinazeyê gundiyê din jî ji bo otopsiyê dan sekinandin.
Birîndar ji hêla tîmên Serwîsa Acil a 112an rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji ber teqînê, hin wesayît û gelek avahiyên li der û dorê zirar dît û hin heywan jî telef bûn.
- Çaleke 20 mêtroyî vebû
Ji ber şideta teqînê deng li hin navçeyan jî hat bihîstin. Li cihê bûyerê çaleke 20 mêtroyî fireh û 4 mêtro jî kûr vebû. Vê çal wehşeta mezin da nîşandan. Piştî teqînê 3 wesayît û kamyonek bûn xurde.
Piştî bûyerê hat gotin ku 12 gundî winda ne. Wisa ku 3 kîlomêtro dûrî cihê teqînê jî perçeyên cesedan hatin berhevkirin.
Ji ber ku cesed perçe bûn û pekiyan qadeke mezin, nasnameya 12 kesan ancax piştî xebata DNAyê hat tespîtkirin.
Perçeyên cesedên 13 kesan ên dihat gotin ku winda bûne, şandin Saziya Tipê ya Edlî da ku bi DNAyê nasnameya wan bê diyarkirin.
Piştî xebatên DNAyê perçeyên cesedan di nav du sandoqan de, bi balafirê şandin Diyarbekirê. Rayedaran cesed birin morga Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Malbatan cinazeyên xwe li vir teslîm hildan.
Li gundê Tanişliyê ji bo cenazeyan merasimek hat lidarxistin. Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehdî Eker beşdarî merasima cinazeyê bûn. Piştî merasimê 13 cinaze li cem hev hatin definkirin.
Piştî vê êrîşê 8 jin bî, 36 zarok jî êtîm man.
- Gundiyan bertek nîşanî HDPyiyan dabûn
Gelek welatî seba serxweşiya kesên ku di teqînê da mirin, çûn xaniyê serxweşiyê yê li gund. Gundiyên ku hê jî di şoqa teqînê da ne û di teqînê da xizmên wan mirin, nehiştin ku HDPyiyî bên ziyareta sersaxiyê.
Li xaniyê serxweşiyê welatiyekî got, "Ez dixwazim ji vir peyama aştiyê bidim Qendîlê û parlementerên HDPyê." Lê gundiyên ku xizmên wan mirin jî bertek nîşan dan û wiha gotin, "Tu nikarî ji vir ji Qendîlê ra peyam bişînî. Em îznê nadin. Tu qala aştiya çi dikî."
- "Em naxwazin ev wesayît li gundê me bimîne"
Xelkê taxê Î.S jî got ku terorîstan wesayîta bombebarkirî anîn û xwestin ku li gund veşêrin, lê hin welatiyan bertek nîşan dan.
Î.S diyar kir ku piştî vê, nîqaş derket û terorîstan gef li gundiyan xwarin.
M.Dyê ku di teqînê da biraziyekî wî mir jî qalê kir ku 4 terorîst bi kamyona bombebarkirî va hatin nava taxê.
M.D diyar kir ku gundiyan bertek nîşanî terorîstan dan û wiha gotin, "Em naxwazin ev wesayît li gundê me bimîne" û wiha dewam kir:
"Li ser vê nîqaş derket. Li ser nîqaşê xwestin ku mensûbên rêxistinê ji gund biçin. Terorîstan jî gef xwarin û ji gund derketin. Welatiyan jî heya binê gund ew şopandin. Terorîst li tanga Durumluyê rawestiyan û ji kamyonê peya bûn. Li vir derketin ser girekî. Dema ku wesayîta welatiyan nêzîkî kamyonê bû, gule agir kirin. Dema ku welatî jî wesayîtê peya bûn jî bombe teqandin. Teqîneke pir tund bû."
Der barê teqînê da 5 lêpirsînên ji hevdu cuda yên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê tên meşandin, dewam dikin.