12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Qralê Erebistana Siûdî Selman Bîn Abdulazîz bi merasima fermî pêşwazî kir.
Siwariyan Qral Selman li ber Kulliyeya Serokomariyê pêşwazî kir û heta ber deriyê protokolê pê ra çûn.
Serokomar Erdogan Qral Selman li ber deriyê Kulliyeya Serokomariyê pêşwazî kir. Piştî ku Erdogan û Qral Selman li qada merasimê cihê xwe girtin, sirûda her du welatan hat xwendin. Qral Selman Qitaya Merasimê ya Alaya Mihafizan bi erebî silav kir. Di mêrasimê da alayên 16 dewletên tirkan û leşkerên ku wan temsîl dikin jî cih girtin.
Erdogan û Qral Selman paşê li ser pêlekanan destê hev du girtin û poz dan mensûbên çapemeniyê.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serekan Orgeneral Hulusî Akar, Alîkarê Serokwezîr Lutfî Elvan, Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mahîr Unal, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Wezîrê Gîhandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim, Sekreterê Giştî yê Serokomariyê Fahrî Kasirga, Alîkarê Sekreterê giştî Îbrahîm Kalin, Waliyê Enqerê Mehmet Kiliçlar û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqerê Melîh Gokçek beşdarî merasimê bûn.