05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Projeya Xeta Tirk ji hêla Tirkiyeyê ve hat sekinandin û wiha pê de çû: "Hê delîl tune ku pirsgirêka di navbera me û Rûsyayê da bigihêje gaza siruştî, çêkirina Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê. Di raya gişkî da tê gotin ku Pirojeya Xeta Tirk daye sekinandin. Gelî xuşk û birayên min ên ezîz bi van xeberên derew bawer nekin. Ya rastî Xeta Tirk ji ber ku hin daxwazên me bi cî nayne ji aliyê me ve hatibû sekinandin. Divê hûn rastiya vê bizanibin. Ji ber vê yekê jî rewşeke neyînî ya ku ji ber bûyerên dawiyê guheriye jî tune. Ligel van em tevgera Rûsyayê ya ku ji bo rakêşiyê zêde bike jî teswîb nakin. Nika em motanî zimanê wan jî naaxivin. Em bi zimanê dîplomatîk diaxivin. Di vê mijarê da emê bi sebr in. Em milî ne, xwemalî ne, ev welata rind dizane ku yê kînga û çito biaxive."
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê beşdarî "Merasima Xelata Şampiyonên Înovasyona Tirkiyeyê û Împroveya Kûrewî" û "Serenomiya Girtina Hefteya Înovasyonê ya Tirkiyeyê" ku wê bê lidarxistin bû û bangî beşdarvanan kir.
Serokomar Erdogan qala xebatên înovasyonê yên ku li Tirkiyeyê tên kirin kir û got: "Tirkiye di sala 2012an da di endeksa înovasyona kurewî da di rêza 74an da bû. Îsal derkete rêza 58an. Ev tabloya nîşan dide ku Tirkiye ji înovasyona hilberîna ku navenda wê berdarî ye derbasî hilberîna ku navenda wê înovasyon e bûye. Lê belê li pêşiya wê hê rê heye. Bi taybetî jî di mijara perwerdeyê da kêmasiyên me hene."
Erdogan ragihand ku lazim e di mijarên lêkolîn û pêşxistinê de Tirkiye hewl bide û wiha pê de çû: "Divê Tirkiye di mijarên lêkolîn û pêşxistinê da gavên girîng û biryardar biavêje. Hûn jî dizanin ku di sala 2002yan da dema ku ez bûm serokwezîr para ku ji bo lêkolîn û pêşketinê hatibû veqetandin bi tenê ji hezarî 5 bû. Hedefa me ew bû ku di sala 2014an da wê bigihînin ji sedî 2yan lê belê nika ji sedî 1 e. Hedefa me ew e ku di sala 2023yan da vê rêjeyê bigihînin ji sedî 3yan û di vê da jî ji 3 paran 2 par ya sektora taybet be."
Der heqê daxistina balafira Rûsyayê ya ku sînorê Tirkiyeyê îxlal kiribû û ji hêla balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatibû daxistin de jî Serokomar got: "Pêwîst e her kes bizane. Tirkiye ne dewleteke qebîleya ye. Berî niha jî, me hişyariyên pêwîst dabûn wanê ku ji ser sînorê me ra, ji ser mafê serweriya me ra operasyonan dikin. Ne yek, ne du, ne sê, ev hişyarîdan her car hat kirin, lê tevî vî tiştî, vê bûyerê rû da û mixabin bû sedema vê encamê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye bi piranî di qada vejenê de girêdayî welatên din e û wiha dewam kir: "Çavkaniyên Tirkiyeyê yên vejenê tunin. Ji ber vê jî em tam di vê mijarê de girêdayî derveyî welêt in. Di pirsgirêka dawîn a ku di navbera me û Rûsyayê de qewimî herî ewil meseleya xaza sirûştî anî rojevê. Çima? Lewra em ji bo xwegermkirinê û peydakirina ceyranê herî zêde xaza siruşî bi kar tînin. Ez dixwazim bi taybetî balê bikşînim ser vê meseleyê, rast e em ji sedî 90 nefta xwe û ji sedî 98ê xaza xwe ya siruştî ji derveyî welêt dikirin. Em xaza siruştî herî zêde ji Rûsyayê û neftê jî ji Iraqê dikirin. Lê herdu welat jî çavkaniyên me yên bi tena serê xwe nînin."
Erdogan biryarên tengavkirinê yên Rûsyayê jî rexne kir û got: "Dema ku hemî aliyan di warê xurekê da embargo danî ser Rûsyayê, me Tirkiyeyê ev tişt nekir. Me dîsa hemî cureyên xurekan û herwekî din şandin. Dema ku gotin 'hûn çima dişînin?' me got, 'hevparê me yê stratêjîk e, ji wisa em dişînin.' Niha jî em dinêrin di warê tekstîlê da, dibêjin, 'em malê Tirkiyeyê nakirin' Ev hemî tişt, tiştên hestyarî ne. Tirkiye ne ew Tirkiye ye, ku bi nekirina îtxalata we, welew ku bihayê milyarek dolarî be, birûxe. Tu bikirî çi dibe, tu nekirî çi dibe? Derî û çavkaniyên nû ji me ra vedibin. Weke ku niha dibe."
Mijara jihevbawerkirinê jî di rojeva Serokomar Erdogan de cih girt û got ku ji hevbawernekirina hin kesên li vî welatî li hemberî helkirina pirsgirêkan astengiyeke mezin e û wiha pê de çû: "Bi rastî astenga me ya herî girîng ew hin kes in di nav me da bi welat û miletê xwe bawer nakin. Hûn bêjin, di demeke wiha da ku siyaseta welêt nebe yek, bi hev ra nebe, ewê kînga bibe yek û bi hev ra be? Hela li mixalefeta sereke mêze bikin ku şerm neke ewê here pişta Putîn bigre. Ji xwe alîgiriya Esed kirin em ji wê çaxê dizanin. Ew dikarin li alîgiriya Putîn jî bikin. Ji bo Xwedê tiştekî wisa qet dibe? Yanê îro nebe yê kînga bibe? Divê hûn tevgera xwe tam nîşan bidin. Emê bi hemû saziyên xwe yên civaka sivîl û tiştên din va bibin yek û piştgiriyê bidin hevdu."