Fırat Taşdemir
22 Sibat 2025•Rojanekirin: 01 Adar 2025
Li gorî hesabê hîva qemerî ya Serokatiya Lijneya Karên Dînî ya Serokatiya Diyanetê eşkere kir, wê hîva şewalê di êvara 29an ya Remezanê da bê dîtin û Rojiya Remezanê 29 roj be.
Anegorî vî hesabî nimêja terawîhê ya ewil wê 28ê Sibatê bê kirin û şeva 28ê Sibatê û 1ê Adarê jî wê welatî rabin paşîvê û 1ê Adarê jî wê fitara xwe ya ewil vekin.
Her wiha di Remezanê da wê Şeva Qedrê di 26ê Adarê da be û roja ewil ya Eyda Remezanê jî dikeve 30yê Adarê.
Serokatiya Lijneya Karên Dînî sedeqeya fitreyê ya îsal jî wekî 180 lire destnîşan kiriye.