21 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2015
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bîlgin wiha got: "Vê gavê li rêbejê 57 şantiyeyên me girtî ne. Di rêya tîranê da bombe tên bicîkirin. Êrîşî îstasyonên bazê yên şirketên GSMyê dikin. Heta niha li dijî 227 îstasyonên bazê êrîş hatin kirin û hatin xirabkirin."
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ferîdun Bîlgin bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û der barê rojevê da axivî.
- "Rêxistina terorê êrîşî şantiye û rêyan dike"
Bîlgin der barê bûyerên terorê yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê da wiha got: "Vê gavê li rêbejê 57 şantiyeyên me girtî ne. Di rêya tîranê da bombe tên bicîkirin. Êrîşî îstasyonên bazê yên şirketên GSMyê dikin. Heta niha li dijî 227 îstasyonên bazê êrîş hatin kirin û hatin xirabkirin."
Ferîdun Bîlgin der barê Balafirgeha Selaheddîn Eyûbî da wiha got: "Me Balafirgeha Selaheddîn Eyûbî ya li Yuksekovayê di 26ê gulanê da vekir. Bi taybetî di dema çêkirinê da bûyerên terorî çêbûn û êrîşî mitehîdên me kirin. Ji 5ê tebaxê vir va ji ber bûyerên terorê teyare ranabin û danaynin."
Bîlgin der heqê şirketên medyayê yên civakî da wiha xeberda: "Li Enqereyê di êrîşa terorî ya dawî da ji ber hevkariyê ez ji wan ra sipas dikim. Ev yekê ji bo têkiliyên me yên ji niha şûn va jî bibe gaveke girîng a destpêkê."
- "Di serê meha kanûnê da peykê bêkêmasî bixebite û bikeve xizmetê"
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bîlgin der barê Peyka Turksat 4Byê da wiha axivî: "Peyka Turksat 4Byê bi serkeftî çû ciyê xwe. Înşaellah wê di 27ê cotmehê da di ciyê xwe da bi cî bibe. Peyra wê qederê mehekê ceribandin dest pê bikin. Hêvî dikim ku di serê meha kanûnê da peyk bêkêmasî bixebite û bikeve xizmetê."
Bîlgin di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Emê Pireya Korfeza Îzmitê bi îzna Xwedê di meha adarê da ji çûyîn û hatinê ra vekin. Em ê Tunêla Avrasyayê di dawiya 2016an da bixin xizmeta stenboliyan."