ANKARA
Pêşnûmaya Qanûna Bihêzkirina Hevkariya Civakî û Bidawîbûna Terorê ya der barê pêvajoya çareseriyê li Komîsyona Karên Navxweyî ya TBMMyê hat qebûlkirin.
Pêşnûma di nava xwe de rê û rêbazên pêvajoya çareseriyê ya ji bo bihêzkirina hevkariya civakî û bidawîbûna terorê dihewîne.
Di pêşnûmayê de karên ku dê hikûmetê bike wiha tên rêzkirin:
- Ji bo bihêzkirina hevkariya civakî û bidawîbûna terorê, hikûmetê gavên ku dê di warên siyasî, hiqûqî, civakî, aborî, derûnî, çandî, mafên mirovan, ewlekarî û bêçekirinê de bên avêtin, kifş bike.
- Heke ku bivê, çi ji derva û çi jî ji hundir dê bi sazî, dezgeh û şexsan re bikaribe têkilî, hevdîtin û diyalogê bike. Dê şexs, sazî û dezgehên ku van xebatan bimeşînin, peywirdar bike.
- Ji bo ku endamên rêxistinê yên ku çek danîn bikaribin bizivirin malên xwe, adapte û tevî jiyana asayî bibin dê tevdîrên hewce bistîne.
- Xebat û tevdîrên ku di çarçoveya verastkirinê de hatin kirin dê di heman wextê de haya raya giştî pê bixe.
- Dê encamên tevdîran bişopîne û koordînasyona di navbera saziyên eleqedar de pêk bîne.
- Dê xebatên mewzûetê yên hewce bike.
Ji bo xebatên der barê pêvajoya çareseriyê de dê destûra Lijneya Wezîran hebe. Koordînasyon û xizmetên sekreteryaya xebatên pêvajoya çareseriyê dê ji layê Misteşariya Nîzam û Ewlekariya Kamûyê ve bê pêkanîn.
Di vê çarçoveyê de mueyîdeyeke hiqûqî, rêveberî û cezayî ya van xebatan dê tunebe.