Ayşe Böcüoğlu Bodur
22 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2024
Fûara Pîşesaziya Parastin, Asîmangerî û Fezayê SAHA EXPO ku SAHA Îstanbûl di hîmayeya Serokomariyê û bi piştevaniya 6 wezaret û Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê (SSB) li dar dixe.
SAHA EXPOya ku bi şîriktiya ragihandina global a Ajansa Anadoluyê dê 22-26ê Cotmehê li Navenda Fûarê ya Stenbolê bê lidarxistin, tê çaverêkirin, ji zêdetir 120 dewletan, 1478 fîrma, 178 heyetên kirînê, 25 ji wan di asta wezîrtiyê da bi giştî 312 heyetên fermî beşdariyê tê da bikin.
Dê di fûarê da di bin gelek mijar û serenavên teknolojiyê da panel bên lidarxistin.
Di çarçoveya fûarê da ewê peyman û karname bên îmzakirin û dê hevdîtinên B2Byê, pêşbirk û pêşkêşên FPV Dronan bên kirin.
Dê SAHA EXPO di 22-24ê cotmehê da ji bo asta navneteweyî û profesyonelên ji Tirkiyeyê vekirî be. Herwiha 25-26ê cotmehê jî ji bo gel vekirîbe.
Tê çaverêkirin ku zêdetir ji 150 hezar profesyonel serdana fûarê bikin.