Aykut Yılmaz
23 Nîsan 2025•Rojanekirin: 26 Nîsan 2025
Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) ku têkoşîna rizgariyê da destpêkirin û di rêya Komarê da bû sedema avêtina gavên mezin, ev 105 sal in ku sembola îradeya neteweyî didomîne.
TBMM di bin serokatiya Xazî Mustafa Kemal Ataturk da 105 sal berê di 23yê Nîsanê da hat vekirin.
Meclisa ku li ser axa Anadolu û Rumeliyê ya di bin dagirkeriya dijminan da bû Şerê Rizgariyê da destpêkirin û di avakirina Komarê da bû sedema avêtina gavên girîng, di têkoşîna rizgariyê da jî heyameke girîng e.
Piştî ku Împaratoriya Osmaniyan di Şerê Cîhanê yê Yekem da têk çû û tevî Mutarekeya Mondrosê dagirkirina welat dest pê kir, Mustafa Kemal Paşa di 19ê Gulana 1919an da çû Samsûnê.
Bi biryarên ku di Tamîma Amasyayê û Kongreya Erzirom û Sêwasê da hatin dayîn va derket holê ku “milet wê serweriya xwe dîsa pêk bîne”.
Piştî gelek têkoşîn, civîn, kar û baran û qebûlkirina Mîsaqa Millî, Mustafa Kemal Ataturk di 22yê Nîsana 1920î da îlan kir ku Meclis wê bê vekirin.
Li ser vê, di 23yê Nîsana 1920î da li Mizgefta Hacibayramê nimêja înê hat kirin, qurban hatin serjêkirin û Meclis hat vekirin.
Ji aliyê din va "23ê Nîsanê Roja Zarokan û Serweriya Neteweyî" di 23ê Nîsana 1921ê da wek cejneke neteweyî dest pê kir.
Ev roja ku Ataturk diyariyê zarokan kir, cara ewil di 1927an da wek Cejna Zarokan hat pîrozkirin ku 98 sal in hê jî tê pîrozkirin.