Ferizat Kaya
10 Tebax 2017•Rojanekirin: 10 Tebax 2017
ANKARA
Bi kordînasyona Midûriyeta Giştî yê Ewlehiyê, Fermandariya Giştî yê Cendirme û bi beşdarbûna 8 hezar û 460 personelî li giştiyê welêt li 2 hezar û 731 cihan "sepana ewlehiya trafîqê-4" hat kirin.
"Sepana Ewlehiya Trafîqê ya Tirkiyeyê" cara 4emîn ji aliyê Midûriyeta Giştî yê Ewlehiyê û Fermandariya Giştî yê Cenderme ve tê kirin. Sepan li 81 bajaran di heman demê de dest pê kir û li gor 3 merheleyan hat lidarxistin.
Merheleya ewil ya kontrolê îro di saet 10.00an de dest pê kir û di saet 12.00an de bi dawî dibe. Merheleya duyem di saet 15.00-17.00an de merheleya sêyem jî di saet 20.00-22.00an de wê bên kirin.
Alîkarê Mûdirê Giştî yê Ewlehiyê Mehmet Akdenîz û ji Fermandariya Giştî ya Cenderme Serheng Mete Ozcan ji Navenda Kordînasyona Midûriyeta Giştî yê Ewlehiyê bi zindî sepanê temaşe dikin. Di sepana ku li 2 hezar û 731 cihên kontrolê tê kirin de 8 hezar û 460 personel wezîfeyê dikin.
Alîkarê Midûriyeta Giştî yê Ewlehiyê Akdenîz bi rayedarên li cihên kontrolê axivî û got ku bi vê sepanê dixwazin ajovana hişyar bikin û pêşiya qezayên ji ber sersariyê çêdibin bigrin.
Di "Sepana Ewlehiya Trafîqê ya Tirkiyeyê" ya li Navenda Kordînasyona Midûriyeta Giştî yê Ewlehiyê de, Serokê Daîreya Kontrolê û Sepana Trafîqê Kenan Aydogan, Alîkarê Serokê Daîreya Lêgerîn û Perwerdehiyê ya Trafîqê Tamer Koç, Serokê Daîreya Piştgirî û Plankirina Trafîqê Mehmet Yavuz û Midûrê Navenda Lêgerînê ya Trafîqê Ugur Kose jî cih girtin.