Wezîrê Perwerdeyê yê Neteweyî Nabî Avci li Otêla Bîlkentê beşdarî "Panela Nûjeniyan û Civîna Nasandina Dersa Xwendin û Nivîsandina Medyayê" bû û pişt re pirsên rojnamevanan bersivand.
Avci der barê dibistana ku dê li Diyarbekirê perwerdeya kurdî bide û serlêdana ji bo destûra walitiyê de axivî.
Avci wiha got: "Ji bo serlêdanan hewce nake mirov dibistanan bişewitîne. Şewitandina dibistanan teror ê û wiha mirov nikare bigîhîje encamekî. Gelê me, yê li herêmê dijî baş zane ku li vir provakasyoneke eşkere heye. Ev dijminatiya gel e. Mafê welatiyên ku zarokên xwe dişînin li wir binpêkirin e. Rê û rêbazên vê di qanûnan de hatine eşkerekirin. Kê bi rêya qanûnê ve serî lê bide, Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî van serlêdanan dinirxîne."
- "Serlêdan divê herî dawîn di nav wê salê de û heta 1ê îlonê bên kirin"
Avci got ku di van rojan de niqaşên "Me serî lê da, lê Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî hincetan digere" dê dest pê bikin û wiha axivî: "Ev ne hincet e, ez rêya qanûnê bi bîr dixim. Yên ku dixwazin dibistaneke taybet vekin, divê herî dawîn di nav wê salê de û heta 1ê îlonê serî lê bidin. Ev di qanûnê de dinîvîse."
Avci daxuyand ku ji ber vê gelek serlêdan nehatine qebûlkirin û ev dibistan dê îsal neyên vekirin. Ji van yek jî Lîseya Werzîşê ya Recep Tayyîp Erdogan a Başakşehîra Stenbolê ye.
Avci li ser pirsa "ji bo pirtûkên dersê xebat û amadehî hene" jî wiha got: "Yên ku ji bo dibistanên taybet serî lê didin, ji xwe ji bo bernameyê, mufredatê û dersan de pêşniyaran jî dikin. Heke ev maqûl bin wezaret destûr dide."
Avci daxuyand ku ji bo hemû dibistanên mufredat û bernama diyar în û wiha axivî: "Ji bilî van, di hemû dibistanan de dersên ku divê tirkî bibin jî hene. Ji xwe ew jî eşkere ne. Ji ber vê Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî hemû serlêdanên nû ewil bi îmkanên binesaziyê, fîzîkî û pişt re jî ji hêla beşerî û bernameyan ve dinirxîne û wisa biryar dide."