Ji bo pêşbaziya wêneyan a navneteweyî ya bi navê "Istanbul Photo Awards"ê ku bi destê Anadolu Agencyê (AA) wê bê lidarxistin, di nava mehekê de ji 60 welatî bi sedan wêne hatin şandin.
Ev pêşbazî cara ewil e ku bi destê AAyê tê lidarxistin û tê plankirin ku ev pêşbazî di dinyayê de bibe pêşbaziya navdar. Heta niha ji 60 welatî serlêdan hat kirin.
Di malpera pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê de di navbera 1 û 28ê sermawezê de ji 56 welatî 246 kesan hesab vekir û 585 wêne şandin.
Ji Fransayê 86, ji Îtalyayê 71, ji Tirkiyeyê 61, ji Îngiltereyê 44 û ji Filistînê jî 32 wêne hatin şandin.
- Juriya navneteweyî
Di nav juriya "Istanbul Photo Awards"ê de kesên navdar ên di dinyayê de tên naskirin hene. Edîtorên wêneyan ên rojname û kovaran, nûçegihanên wêneyan yên xelatgirtî, kesên navdar ên di çapemeniyê de dixebitin jurîtiyê dikin.
Encamên pêşbirkê wê li ser Anadolu Imagesê bê daxuyandin.