Ahmet Aydın
22 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron axivî.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, di peywendiya telefonê ya ku li ser daxwaza Serokomarê Fransayê Macron hat encamdan de, têkiliyên dualî yên Tirkiye-Fransayê û Tirkiye-YEyê digel Rojhilatê Deryaya Spî û pêşhatên herêmî hatin gotîbêjkirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku sedema girjiya li Rojhilatê Deryaya Spî tune hesibandina mafê rewa yên Tirkiyeyê û Tirkên Qibrisê ye û anî ziman ku ew ti wateyê nadin ka çima Fransa piştevaniya îdiayên maksîmalîst û gavên Yewnanistan û Başûrê Qibrisê Beşa Rûman yên girjiyê zêde dikin, dike.
Erdogan tekezî li wê yekê kir ku çavê Tirkiyeyê di axa ti kesî de nîn e lêbelê dê nehêle kes jî mafê wê bixwe, wekî ku herdem bû îro jî ji bo çareseriya pirsgirêkan alîgirê diyalog û hevkariyê ye.
- "Ji bo daxistana girjiyê pêdivê firsendên dîplomasiyê bên nirxandin"
Erdogan behsa wê yekê kir ku ji bo daxistana girjiyê pêdivê firsendên dîplomasiyê bên nirxandin û pêvajoyên danustanê bên destpêkirin û got ku dixwazin hemî pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de hêviya eqlêselîm û helwesteke avakar ji Fransayê dikin, herwiha fêdê di wê yekê de dibînin ku di navbera Tirkiye û Fransayê de mekanîzmaya şêwrê û danûstana bi berdewamî bê bikaranîn.