Nihat Kavşut
21 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ra axaftina bi têlefonê ya sêalî kir.
Erdogan di axaftina bi têlefonê da ji bona kesên li Hanauya bajarê Almanyayê di êrîşa nijadperest da hatin kuştin serxweşî da û ji bona birîndaran jî şîfayê xwest û got ku neyartiya biyaniyan, cudakarî û êrîşên ji ber dijberiya Îslamê çêdibin şermezar kir.
Serokomar Erdogan di axaftina bi Macron û Merkelê ra destnîşan kir divê êrîşkariya rejima Sûriyeyê û alîgirên wê ya li Îdlibê bê sekinandin û got ku ji bona rê li ber qeyrana însanî bê girtin destekeke mezin lazim e.
Erdogan di axaftina bi têlefonê da diyar kir ku ji bona aştî, refah û îstiqrara xelkê Libyayê çêbe divê bi polîtîkayên ku li hev dikin bi hev ra bixebitin.