Nihat Kavşut
21 Sibat 2020•Rojanekirin: 21 Sibat 2020
Serokomar Erdogan bi têlefonê bi Serokomarê Fransayê Macron û Serokwezîra Almanyayê Merkelê ra axivî.
Erdogan di axaftina bi Macron û Merkelê ra ji bo kesên li Almanyayê di êrîşa nijadperest da hatin kuştin serxweşî da û ji bo birîndaran şîfayê xwest.
Erdogan di axaftina bi Macron û Merkelê ra destnîşan kir divê êrîşkariya rejima Sûriyeyê û alîgirên wê ya li Îdlibê bê sekinandin.
Erdogan di axaftina bi têlefonê da diyar kir ji bona aştî, refah û îstiqrara xelkê Libyayê divê bi polîtîkayên ku li hev dikin bi hev ra bixebitin.