23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan biryarên Şêwra Bilind a Leşkerî (YAŞ) pesend kirin.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê, Serokomar Erdogan biryarên ku di civîna YAŞê de hatin sitandin û ji aliyê Wezîrê Berevaniya Neteweyî Fikrî Işik ve hatin pêşkêşkirin li gor madeya 5emîn a Qanûna Der heqê Peywir û Avakirina Şêwra Bilind a Leşkerî pesend kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku der heqê mijarê de agahdarkirina berfireh dê ji aliyê Wezîreta Parastina Neteweyî ve bê dayîn.
Li gor biryarên YAŞê ji Fermandariya Hêzên Bejahiyê 470, ji Fermandariya Hêzên Behrê 71 û ji Fermandariya Hêzên Asîmanî jî 45, bi giştî 586 albay hatin teqawîdkirin.