23 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim Serokê Herêma Kurdistanê (HKI) Mesûd Barzanî qebûl kir.
Qebûla ku li Koşka Çankayayê hat kirin bi qasî saet û nîvekê dewam kir.
Serokê HKIyê Barzanî îro digel şandekê ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Husên û Berdevkê Hikûmeta HKIyê Sefîn Dizeyî pêk dihat gihîştibû Enqereyê û digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan civiyabû.