Ali Kemal Akan
15 Îlon 2022•Rojanekirin: 15 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi balafira taybet "TC-TRK"yê di saet 10.20î da çû Semerkanta bajarê Ozbekistanê ku beşdarî Civîna Serokan a 22yan ya Teşkîlata Hevkariya Şanghayê bibe.
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û rayedarên din ew li Balafirgerha Esenbogayê birêkirin.
Emîne Erdogana jina wî, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoğlu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Parastina Pîşesaziyê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk jî di heyeta bi Serokomar Erdogan ra ne.
Serokomar Erdogan li ser vexwendina Serokomarê Ozbekistanê Şevket Mirziyoyev ji bo ku wek Mêvanê Taybet beşdarî Civîna Serokan a 22yan ya Teşkîlata Hevkariya Şanghayê bibe diçe.
Ji sala 2012yan vir va cara ewil e ku ji Tirkiyeyê di asta serokomariyê da ji bo civînê beşdarî wê çêbibe.
Erdogan wê di 16ê îlonê da di civînê da biaxive û hevdîtinên dualî bike.