Esin Işık
23 Sibat 2022•Rojanekirin: 23 Sibat 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona rageşiya Rûsya û Ukraynayê wiha got, "Em nikarin dev ji herduyan jî berdin. Derdê me ew e em gavekî wisa bivavêjin ku bêyî dev ji herduyan berdin vê meseleyê çareser bikin."
Erdogan piştî serdana xwe ya li Afrîkayê di vegerê da di balafirgehê da pirsên rojnavenan bersivand.
Serokomar Erdogan der barê Rûsya û Ukraynayê da wiha got, "Em nikarin dev ji herduyan jî berdin. Derdê me ew e em gavekî wisa bivavêjin ku bêyî dev ji herduyan berdin vê meseleyê çareser bikin."
Erdogan ji bona rRageşiya Rûsya û Ukraynayê diyar kir divê NATO êdî bi vîdeokonferansekê helwesta xwe eşkere bike û çi dike bira bike û got ku her kes xeber dide, kes tiştekî nake.
Serokomar Erdogan destnîşan kir rageşiya Rûsya û Ukraynayê ji bona îstiqrar û ewlehiya Behra Reş talûke ye û got ku em ê bi mutefîqên xwe yên NATOyê ra bişêwirin.
Erdogan diyar kir hêviya wan ew e ku Rûsya û Ukraynaya li Behra Reş cînarên Tirkiyeyê ne demildest vegerin ser maseya mizakereyê û wiha axivî, "Em ê bi birêz Putîn ra diplomasiya xwe ya bi têlefonê bidomînin. Hêvî dikim ku bibe wesîleya encamên xêrê."
Serokomar Erdogan der barê daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu ya li ser S-400î da got ku di meseleyên der barê pêşeroja welêt da ez bangî her kesî dikim ku li gorî menfeetên neteweyî binirxînin.
Erdogan ji bona pêvajoya asayîbûnê ya di navbera Tirkiye û Ermenistanê da jî wiha got, "Heger Ermenistan pêvajoya ku bi nûnerên taybet dest pê kiriye bidomîne em deriyê xwe nagirin."