Halil İbrahim Avşar
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 14 Hezîran 2023
Wezîrê Ciwanî û Sporê Osman Aşkin Bak der heqê maça basketbolê ya digel Serokomar Recep Tayyip Erdogan kirin da li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêne parve kir.
Wezîr Bak di posta xwe da wiha got, "Em digel Brêz Serokomarê me di maçên basketbolê da berdewam in. Wekî di tabelaya li paş da jî dixuyê Tîma Kesk xalib e. Em di forma xwe da ne."
Tîma kesk a Erdogan formaya wê li xwe kir, tîma spî 50-22 têk bir.
Di wêneyê da Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Parlamenterê AK Partiyê yê Bursayê Mustafa Varank, parlamenterên AK Partiyê yên Îzmirê Mehmet Muharrem Kasapoglu û Alpay Ozalan jî hene.