Barış Seçkin
12 Hezîran 2023•Rojanekirin: 13 Hezîran 2023
Hat ragihandin, Serokwezîrê berê yê Îtalyayê û serokê partiya Forza Italiayê (FI) Silvio Berlusconi di 86 saliya xwe da mir.
Di nûçeya ajansa Îtalyan ANSAyê da hat diyarkirin, serokwezîrê berê yê ji 9ê Hezîranê vir va li Nexweşxaneya San Raffaele ya li Milanoyê hatibû razandin, vê sibehê rewşa wî giran bû û mir.
Hat destnîşankirin, piştî nûçeyê zarokên wî û endamên malbatê çûn nexweşxaneyê.
Berlusconiyê teşxîsa losemiya kronîk lê danîbûn, herî dawî ji 9ê Hezîranê vir va razandibûn nexweşxaneyê.