İbrahim Atmaca
01 Sibat 2021•Rojanekirin: 01 Sibat 2021
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, ew bi Atak Electrica otobêsa ceyranê ya bêşofêr diçin civîna Kabîneyê.
Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê dîmenên ku li Kulliyeya Serokomariyê di kêliya testkirina otobêsê da hatiye kişandin, parve kir û wiha got, "Em bi Atak Electrica otobêsa ceyranê ya bêşofêr ku endezyarên Tirk çêkirine û li dinyayê hilberîna wê ya ewil a sewiyeya 4em e va diçin civîna Kabîneyê."