Türkan Tosun
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2019
Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Nû yê Îngiltereyê Borîs Johnson ji ber wezîfeya wî ya nû pîroz kir û jê ra serkeftin xwest.
Serokomar Erdogan li ser Twîtterê peyamek weşand û Serokwezîrê Nû yê Îngiltereyê Johnson pîroz kir.
Di peyama xwe da Erdogan wiha got: "Ez Serokomarê 77emîn ê Qraltiya Yekbûyî Borîs Johnson pîroz dikim û di wezîfeya wî ya nû da jê ra serkeftinê dixwazim. Ez wisa bawer dikim têkiliyên Tirkiye û Qraltiya Yekbûyî wê di vê heyama nû da bêtir pêşva herin."