15 Îlon 2017•Rojanekirin: 16 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Qesra Mabeynê beşdarî weşana hevpar a ATV, A Haber û A Newsê bû.
- Daxuyaniyên Barzanî
Serokomar Erdogan di bersiva pirsa derbarê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî de got, "Rêzdar Barzanî baş dizaneku em di vê mijarê de çi difikirin. Bi fikra min ew daxuyaniya ku da daxuyaniyeke gelekî şaş e. Çimkî bi salan e hesasiyeta me ya derbarê yekparçeyiya axa Iraqê de, dizane. Tevî ku hesasiyeta me ya di vê mijarê de zane, tevî vê Kerkûk herêmeke taybet e, vê jî dizane radibe ji xwe re dikeve nava hinek hewlan de, ez vî tiştî di cih de nabînim."
Erdogan anî ziman ku di rewşa wan a herî xirap jî ew li cem HKIyê bûne û wiha pê de çû: "Di serî de yê ku bi qasî 350 kîlometroyê hevsînorê Iraqê ne em in. Li aliyekî jî Îran û li aliyê din jî Sûriye. Diyar e ka rewşa Sûriyeyê çawa ye. Di vê mijarê de helwesta me çiyeî Yekparçeyiya axa Iraqê ye. Îran jî heman tiştî dibêje. Tevî van hemiyan û rabin hewl bidin dewleteke serbixwe rabigihînin, li qisûrê nenerin, hemî kes ranabe nabêje 'erê'. Li wêderê tirkmen hene, li başûrê we li aliyê Mûsilê ereb hene. Hûn nikarin van tune hesab bikin. Ev tişt li ber çavan in, ji ber vê bi asanî hemî kes ji we re nabêje 'erê'. Ji xwe ne mimkune ku nuha vê di navxwe de jî çareser bike. Rêberiya navendî ya Iraqê jî dibêje na. Ji xwe ne mimkun e parlementoya Iraqê jî ji vî karî re bêje 'erê'. Pişrî biryara Lijneya Ewlekariya Millî û hikûmeta me, wê Tirkiye bi şiklekî safî biryara xwe eşkere bike. Ji xwe Îranê biryara xwe ragihandiye."
Erdogan herwiha, "Ez vî tişte weke şaşiyeke mezin dibînim, ev bi rastî karekî bê tecrubetiya siyasî ye. 'Hê tiştek nehatiye gotin, tiştekî wiha nehatiye gotin, pêşniyazên cuda tune ne.' Ême qenaeta me eşkere ye. Lê belê piştî civîna me ya Lijneya Ewlekariya Millî ya di 22yê mehê de, (Barzanî) wê hê safîtir bibîne ka hesasiyeta me çiqasî zêde ye."
- Îhtimala operasyona derveyî sînor ji bo Efrînê
Serokomar Erdogan derbarê îhtimala operasyona derveyî sînor ji bo Efrînê got, "Nuha Efrînê ji bo me cihekî giring e. Em destberdariya Efrînê nakin. Wê Sûriyeya Bakur nebe korîdora terorê. Heger hinek hebin ku dihizirn wêderê bikin korîdora terorê, bila bizanin Komara Tirkiyeyê wê qet destûrê nede. Hêzên me yên Çekdar wê qet destûra wê nede. Me di vê mijarê de hemî cure xebatên dîplomatîk kirine û tedbîr sitendine."