Mustafa Hatipoğlu
17 Mijdar 2022•Rojanekirin: 17 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Binyamin Netanyahuyê Serokê Giştî yê Partiya Lîkudê ku li Îsraîlê avakirina hikûmetê dane wî bi têlefonê axivîn.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyanî da û ragihand ku Erdogan û Netanyahu bi têlefonê axivîne.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Binyamîn Netanyahu di peywendiya têlefonê de ji bo êrîşa terorê ya li Stenbolê serxweşî da Serokomar Erdogan.
Netanyahu diyar kir ku navbeynkariya Tirkiyeyê ya di navbera Ukrayna û Rûsyayê ji bo dinyayê zehf giring e.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ji Binyamîn Netanyahu ra got ku bila encamên hilbijartina li Îsraîlê ji bo dewlet û herêmê bibe wesîleya xêrê.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da ji Netanyahu ra destnîşan kir pêwendiyên Tirkiye û Îsralê ji ber ku herdu teref îradeyeke zexim nîşan didin derbasî heyameke nû bûye.
Erdogan der barê têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê da diyar kir ku gava pêwendî li gor feydeya herdu aliyan li ser siyanet û bingeheke domdar bê meşandin tê da menfeeteke hevbeş heye.