HEWLÊR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi balafira taybet "ANA"yê ve bi şev derbasî Hewlêrê bû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û lijneya ku pê re ye bi merasimeke fermî pêşwazî kir.
Serokwezîr Davutoglu dê bi Serokê HKIyê Mesûd Barzanî re li Hewlêrê hevdîtinê bike û piştî hevdîtinê jî herduyê di civîna hevpar a çapemeniyê de biaxivin.