Serokwezîr Ahmet Davutoglu, 4 leşkerên ku li Agriyê di şerê dijî rêxistina rerorê de birîndar bûn û anîn Akademiya Tibê ya Leşkerî ya Gulhaneyê (GATA), ziyaret kir.
Serokwezîr Davutoglu digel xanima xwe Sare Davutoglu, di saet 11.10an de hat nexweşxaneyê.
Li Diyadîna navçeya Agiriyê duh ji serê sibê heta êvarê, di navbera leşker û rêxistina terorê de şerê biçek berdewam kiribû. Di şer de 4 leşker birîndar bibûn, 5 terorîst hatibûn kuştin û terorîstek jî sax hatibû girtin. Leşkerên birîndar pêşî biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Agriyê.
Piştî midaxaleya ewil leşker bi balafira ambulans a Wezerata Tendûristiyê anîbûn Enqereyê. Leşkerên birîndar ji Balafirgeha Esenbogayê bi ambulansan biribûn GATAyê.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku rewşa leşkeran baş e.