29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Diyarbekirê bi zarokên ku alaya ku terorîstan daxist dîsa daliqandin dîrega alayê re hevdîtin kir.
Di nav kesên ku di nav kesên ku Serokwezîr Davutogluyê ji bo ku beşdarî mitînga ku partiya wî li dar xist be hat Diyarbekirê, pêşwazî bikin hatin balafirgehê de Ugur Saraç, Mehmet Duruk û Emîrhan Rezbîçê ku alaya li baxçeya Dibistana Fatîhê ya ku terorîstan daxistibûn dîsa daliqandin, jî hebûn.
Davutoglu dema zarokên ku pêşwaziya wî kirin dît çû bal wan û demekî bi wan re sohbet kir û bisîklet diyariyê zarokan kir.
Davutoglu ji nêz ve bi zarokan re eleqedar bû û pişt re ji balafirgehê derket.
Zarok bi kêfxweşî ji balafirgehê derketin, alayên Tirkiyê ên di destê xwe de maç kirin û demekî bi bisîkletê tûr avêtin.
Zarok ji ber ku bisîklet diyariyê wan kirin gelekî kêfxweş bûn. Ji zarokan Duruk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku Serokwezîr Davutoglu bisîklet diyariyê wan kir spasiya wî kirin.
Duruk got "Bisîkletan em gelekî kêfxweş kirin. Em dê van bisîkletan bibin malên xwe û tûr biavêjin."