Erdogan silav da hemû navçeyên Wanê û ji bo kesên ku di erdhejê de mirine rehmet, ji malbata wan re jî sebir xwest û ji hemû Tirkiyeyê re sersaxî xwest û wiha got: "Xwedê cardin afatên wiha mezin nîşanê me nede."
Serokwezîr Erdogan got ku sala çû ji bo salvegera erdheja Wanê hatiye, xizmet û veberhênanên ku hatine kirin teslîm kirine û îro jî ji bo merasima vekirinê û ji bo xizmetên ku ji Vanê re hatine kirin hatiye vir.
Em rê nadinê
Serokwezîr Erdogan, "Lobiyek heye, lobiya şer û lobiya xwînê. Em rê û derfet nedin vê lobiyê. Lobiyek heye ku ji hizûr û aştî û ji biharê aciz dibe. Lobiyek heye ku ji roniyê aciz e û bêriya tariyê dike. Lobiyek heye ku mirina zarok û ciwanên me dixwaze. Li rojhilat û rojava û li derveyî welêt jî lobiyeke wiha heye."
Şaredarvanî jêhatîbûnê dixwaze
Erdogan, "Bi îdeolojiyê şaredarvanî nabe. Şaredarvanî bi jêhatîbûnê, ehilbûnê dibe. Şaredarvanî bi xizmetê û veberhênan tê kirin. Wan di vî warî de qels e, îdeolojî pêwîstiyên Wanê çareser nake."