Hevdîtin li Navneda Giştî ya AK Partiyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin ku Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk digel Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz beşdarî hevdîtina ku nêzî nîv saet devam kir, bûn.
Wezîr û parlementeran bi xebatkarên Somayê re hevdîtin kirin.
10 xebatkarên ku ji Somayê hatin bi Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Salîh Kapûsûz û hin parlementerên AK Partiyê re hevdîtin kirin.
Li Navenda Giştî ya AK Partiyê ber destê sibehê bi taştê ve hevdîtin dest pê kir. Ji bilî Yildiz, Çelîk û Kapûsûz, ji parlementeran Huseyîn Tanriverdî, Oznûr Çalik, Recaî Berber, Mehmet Mûş, Mûzaffer Yûrttaş, Selçûk Ozdag û Ûgûr Aydemîr jî beşdarî hevdîtinê bûn.