30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Davutoglu û hevjîna wî Sare Davutogluyê, bi telefonê li malbata Mîrayê bebek, ku li Şirnexê di êrîşa terorîstan da hatibû kuştin, geriyan û sersaxî dan wan.
Li gorî çavkaniyên serokwezîrtiyê, Serokwezîr Davutoglu û hevjîna wî Sare Davutoglu, bi telefonê li Burhan Înceyê bavê Mîray û diya wî Soulînê geriya û sersaxî dan wan.
Davutogluyan di axaftina xwe ya telefonê da gotin, "Em hevparê êşa we ne. Zarokekî me jî di wî temenî da wefat kiribû. Ji bo dawîlêanîna van êşan wê her tişt bê kirin."
Tê gotin ku dê û bavê Mîray jî sipasiya xwe ji Davutogluyan ra kirine û gotine, "Em li we ewle ne."