Ahmet Buğra Olaç, Kemal Karadağ
04 Tebax 2026•Rojanekirin: 04 Tebax 2026
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî teklîfa "qanûna çarçoveyê" ya ku dê di çarçoveya pêvajoya "Tirkiyeya Bêteror" da were derxistin, îmze kir.
Cîgirserokê Koma MHPyê Erkan Akçay hat Serokatiya Koma AK Partiyê û ewraqên îmzekirî yên Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz, Cîgirserokê Meclisê Celal Adan, Cîgirseroka Komê Fîlîz Kiliçê û ewraqê xwe teslîm kir.
Tê payîn ku parlamenterên MHPyê yên din jî di nava rojê da teklîfa qanûnê îmze bikin.